Cotmeh 06, 2022 12:19 Asia/Tehran
  • Serokomarê Libnanê serkeftina Hizbullahê li hemberî Rejîma Siyonîst piştrast kir

Serokomarê LIbnanê tevî tekeziya li ser vêya ku "Dosyeya diyarkirina sînorên deryayî yên başûr qonaxên xwe yên dawiyê derbas dike û îzna bidestxistina mafên tam dide Libnanê", serkeftina Hizbullaha Libnanê li hemberî Rejîma Siyonîst piştarst kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Mîşil Ewn serokomarê Libnanê di hevdîtina digel Olivér Várhelyi, Komîserê Yekîtiya Ewropayê ji bo geşepêdana siyaseta cînaretiyê tevî amajeya bi vêya ku Libnan dikare li hemî meydanên navçeya taybet a li Deryaya Sipî ji bo neft û gazê karê kolandin û derxistinê pêk bîne, got: Ev kiryar dê bibe sebeba pêşketina aborî li Libnanê.

Ewn careke din tevî tekeziya li ser vê yekê ku têkiliyên ji bo damezirandina dewleta nû di Cotmehê da didomin, hêvî kir ku parlimana Libnanê bikare heta beriya 31ê Cotmehê ku dema bidawîhatina serdema serokomartiya wî ye, serokomarekî nû ji bo Libnanê bibijêre.

Serokomarê Libnanê her wiha ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku alîkariya bernameya dewleta Libnanê ji bo vegerandina penaxwazên sûrî bo welatê xwe bike.

Serepeyv