Cotmeh 06, 2022 09:35 Asia/Tehran
  • Sen'ayê talankerên çavkaniyên Yemenê hişyar kirin

Li pey bidawîhatina agirbesê li Yemenê û dirêjnebûna wê di encama astengîderxistinên hevpeymaniya erebî ya destdirêjker da û dewama destdirêjiyên wê, Ensarullaha Yemenê vê carê şîret li sermiyandaner û karsazan li Erebistan û Imaratê kir ku ji van welatan derkevin.

Sertîp Yehya Serî', Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê di twîtekê da xitabî sermiyandaner û karsazan li Erebistan û Imaratê, nivîsî: Birayê sermiyandaner! Ji bo ku tûşî ziyaneke zêdetir nebî, divê sermiyana xwe ji welatekî destdirêjker veguhezînî welatekî din; ji ber ku sermiyandanîn li welatine mîna Erebistan û Imaratê tijî rîsk e.

Yehya Serî' di dewamê da ji sermiyandaneran li Erebistan û Imaratê xwest ku derfetê ji dest nedin û guh bidin vê şîretê.

Di vî halî da, Komîsteya Bilind a Aborî ya Yemenê ya ser bi Ensarullahê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku vê komîteyê ti hecetek ji bo kompanî û aliyên biyanî yên talankerê çavkanîyan û nemaze çavkaniyên neftê yên Yemenê nehîştiye û name û daxwazên pêwîst ji bo bidawîanîna talankirina van çavkaniyan ji wan ra şandine.

Vê komîteyê ragihand, ji talankerên çavkaniyên Yemenê ra hatiye ragihandin ku pabendî dema diyarkirî di vî warî da bin.

Agirbesa Yemenê ku li ser pêşniyaza NY sê caran û her car bi qasî du mehan hatibû dirêjkirin, berêvara Yekşemiya derbasbûyî di halekî da bi dawî bû ku aliyên şêrr li pey astengîderxistina hevpeymaniya erebî ya destdirêjker û binpêkirina her rojî ya vê agirbesê, ji bo dirêjkirina wê li hev nekir.

Serepeyv