Cotmeh 06, 2022 07:56 Asia/Tehran
  • Siyonîstan li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê êrîşî ser xwendekaran kir

Di encama êrîşa leşkerên Rejîma Siyonîst li ser xwendekarên dibistanekê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê da, çend kes birîndar bûn an jî tûşî asêbûna bêhnkişandinê ji ber bêhnkirina gazên jehrî bûn.

Leşkerên Rejîma Siyonîst roja Çarşemiyê êrîşî ser navçeya başûrî ya bajarê El-Xelîlê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê kir û bi giranî gaza rondikrêj li ser xwendekarên dibistanekê li vê navçeyê û derdora Mizgefta Îbrahîmî reşandin ku di encamê da hejmareke zêde ya wan tûşî rewşa fetisînb û asêbûna bêhnkişandinê ji ber bêhnkirina gazên jehrî bûn.

Her wiha hejmareke xwendekarên filistînî ji ber leza ji bo reviyana ji destê leşkeran birîndar bûn.

Ev bûyer hefteyekê piştî şehîdbûna zarokekî heft salî yê bi navê Riyan Yasir Silêman li başûrê rojhilatê Beyt Lehmê ewimî. Riyan piştî şopandina ji aliyê leşkerên siyonîst li Kêleka Rojavayî, ji bilindahiyê ket û lêdana dilê wî rawestiya.

Serepeyv