Cotmeh 05, 2022 12:15 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Erebistanê gihîşte Bakûyê

Wezîrê karên derve yê Erebistanê di serê taximekê da gihîşte Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Wezarta derve ya Erebistanê roja Sêşemiyê qala serdana taximeke vê wezaretê bi serokatiya Feysel Bin Ferhan, Wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bakûyê û hevdîtina wî bi rayedarên Komara Azerbaycanê ji wan Îlham Eliyêv serokomarê vî welatî kir.

Hîn ti hûrgiliyek derbarê van civînan nehatiye weşandin.

Ev serdan rojekê piştî serdana Benî Gantz wezîrê şêrr ê Rejîma Siyonîst bo Bakûyê û hevdîtina wî bi rayedarên bilind ên leşkerî û siyasî yên Komara Azerbaycanê ji wan Îlham Eliyêv pêk hatiye.

Ji aliyê din va, Xulûsî Akar wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê jî çûye Komara Azerbaycanê bi hevpêşeyê xwe, Zakir Hesenov ra civiyaye.

Hin karzanên navçeyî bawer in ku Erebistan û Rejîma Siyonîst ji ber cînartiya Komara Azerbaycanê digel Îranê, daxwaza hevkariyên leşkerî û ewlehiyê ji Bakûyê dikin.

 

 

Serepeyv