Cotmeh 03, 2022 11:43 Asia/Tehran
  • Du filistînî li Ramellahê şehîd bûn

Çavkaniyên filistînî qala şehîdbûna du filistîniyan li Ramellahê bi derbeya guleya leşkerên siyonîst ên dagirker kir.

Leşkerên Rejîma Siyonîst her roj bi behaneyên cûr bi cûr bi êrîşa ser gelê Filistînê yê bindest, wan şehîd an jî birîndar dike an jî digire.

Li gorî rapora roja Duşemiyê malpera Felestin Al-Yawmê, çavkaniyên medyayî qala şehîdbûna du filistîniyan û birîndarbûna giran a kesekî din bi guleya leşkerên Rejîma Siyonîst bi behaneya hewildana ji bo lêdana erebeyê li siyonîstan li Kampa El-Celzûnê li nêzikî Ramellahê kir.

Radyoya artêşa Rejîma Siyonîst tevî ragihandina vê nûçeyê, got: Erebeyeke hilgira xortên filistînî roja Duşemiyê di halekî da ku hewil dida komeke leşkerên israîlî di dema memûriyetê li nêzikî Kampa El-Celzûnê bigire bin xwe, kete ber gullebarana leşkerên siyonîst.

Çavkaniyên nêzikî malbatên van du şehîdên filistînî ragihand, leşkerên siyonîst meytên van du şehîdan ku navê wan Xalid Debas û Basil Besbûs e, dîl girtine.


 

Serepeyv