Êrîşa siyonîstên bajarokan ser Mizgefta Eqsayê
Komek ji siyonîstên bajarokan bi piştevaniya hêzên siyonîst ji aliyê “El-Mexaribe” ve êrişî Mizgefta Eqsayê kirin.
Mizgefta Eqsayê wek sembola sereke ya nasnama Îslamî-Filistînî ya bajarê Qudsê, hertim bûye hedefa kiryarên wêranker ên rejîma dagîrker a Qudsê.
Li gor rapora malpera filistînî ya “Şehab”, siyonîstên bajarokan roja yekşemiyê li hewşên mizgeftê merasimên telmûdiyê bi mebesta êşandina hestên welatiyên filistînî yên li Mizgefta Eqsayê pêk anîn.
Polîsên rejîma dagîrker a Îsraîlê li ser riya ketina Filistîniyên ku li Qudsê ya dagirbûyî dijîn ji bo Mizgefta Eqsayê astengî danîne û li ber deriyên Mizgefta Eqsayê hejmarek ji Filistîniyan girtin.
Grûpên radîkal ên siyonîst bi piştevaniya hêzên dagîrker ên Îsraîlê ji bo merasîmên xwe yên taybet ên bi navê "Roja Xufranê" û "Eyda Erş"ê di meha cotmehê de plan dikin ku êrîşî Mescida Eqsayê bikin.
Piştî dagirkirina bajarê Qudsê di sala 1967`an de, rayedarên Rejîma Siyonîstî Bab El-Mexaribe xistin bin kontrola xwe û ji ber wê yekê, siyonîstên bajarokan û hêzên dagirker her roj êrişî ser Mescîda Eqsayê dikin û rê li ber ketina nimêjkeran nav Mescîda Eqsayê digirin.
Rêxistinên curbicur ên filistînî li Qudsê bang li filistîniyan kir ku ji bo parastina Mizgefta Eqsayê û rûbirûbûna êrişên siyonîstîn bajarokan û planên Rejîma Siyonîst ên cihûkirina Qudsê biçin Mizgefta Eqsayê.