Li Kabulê di nav xwendekaran de teqînek qewimî: 19 kes hatin kuştin
Li Kabul a paytexta Efxanistanê teqîneke xwekujîyê di nav hola ezmûna xwendekaran de qewimî û di encamê de 19 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polîsê Kabulê, Xalîd Zerdan ragihandiye, “xwendekaran xwe ji bo ezmûnê amade dikir, dema ku li wê navenda perwerdeyê teqîn pêk hat.”
Derbarê hejmara kuştî û birîndarên teqînê de jî Berdevkê Polîsê Kabulê diyar kir, 19 kesan canê xwe ji dest dane û 27 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê, Ebdulnefî Takor di twîttekê de ragihandiye, êrîşkirina ser hemwelatiyên sivîl nîşana nemirovî û bê exlaqî ya dijmin e.
Piştî kontrolkirina desthilata Efxanistanê ji aliyê Talibanê ve, wiha dihat pêşbînîkirin ku êdî şer û pevçûn û teqîn li wî welatî nemînin, tevî ku di destpêkê de rewşa Efxanistanê hinekî aram bû lê belê di wan demên dawî de êrîş û aloziyên li wî welatî zêde bûne.