Leşkerên israyîlî ji tirsa operasiyonên Berxwedana Filistînê di rewşa amadetiyê da ne
Leşkerên Rejîma Siyonîst ji tirsa qewimîna operasiyona berxwedanê li erdên dagîrbûyî nemaze li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, ketine rewşa amadetiyê.
Çavkaniyên ibranî ragihand ku biryar e 20 hezar hêzên polîsê Israyîlê yên zêdetir ji tirsa qewimîna operasiyonên berxwedanê di rojên cejnên cihûyan da li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi cih bibin.
Beriya vêya Benny Gantz wezîrê şêrr ê Rejîma Siyonîst mukir hatibû ku hejmara hêzên heyî li Kêleka Rojavayî ji bo serkutkirina şervanên filistînî têrê nake û ji bo dewama operasiyonên dijî filistîniyan hewcetî bi zêdekirina van hêzan dihat hiskirin.
Ji aliyê din va hat ragihandin, êrîşên bajaroknişînên siyonîst li ser Mizgefta Eqsayê ji sala 2019an va heta niha ji sedî 33 zêde bûne û ev pêvajo bi awayekî hêdî hêdî ber bi zêdebûnê va çûye.