Îlon 17, 2022 13:30 Asia/Tehran
  • Seyid Hesen Nesrullah: Berfirehiya meşa Erbeyînê weke mûcizekê ye

Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê meşa Erbeyînê ya bi miliyon kesî li Iraqê merasimeke bêmînak di dîrokê da, ji serdema afirandina hezretê Adem (S) heta niha ji hêla berfirehî û girseyê va zanî û got: Lidarketina merasimeke wiha weke mûcizekê ye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê roja Şemiyê li bajarê Be'elbekê û li nav bi sedan hezar kes ji şîeyên Libnanê ku bi peyatî ji rêya Dewar El-Cebelî heta cîgeha Seyide Xole Bint El-Huseyn (S) hatibûn û şîndarî dikirin, axivî.


Seyid Hesen Nesrullah di destpêkê da tevî dayîna sersaxiyê bi boneya Erbeyîna Îmam Husên (S), got: Ji îbretên herî girîng ên roja Erbeyînê, helwêstêîn Îmam Secad (S) û hezreta Zeynebê (S) li meclîsa Yezîd e ku nîşan da, her çiqas jî rewş dijwar be û musîbet hebin, nikarin mirovê bawermend lawaz û bêhêvî bikin û mirov divê baweriyê bi soza Xwedê bîne.


Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê meşa Erbeyînê li Iraqê ji mînakên gotina hezreta Zeynebê (S) zanî û got: Zêdetir ji 20 miliyon ziyaretker yanî zêdetir ji 20 miliyon dilên evîndar ku ji bo Îmam Husên (S) lêdidin û mirov ji qasa hub û evîna gel derheqê Îmam Husên (S) matmayî dibe.


Seyid Hesen Nesrullah di beşa dawiyê ya axaftina xwe da bal kişande ser mijara damezirandina dewleta nû li LIbnanê û tekez kir: Ji bo rêgirtin li derketina alozî û tevliheviyê, gişt divê hevûdu bipejirînin û bi awayekî jidil ji bo damezirandina dewletê di rojên hindik ên pêşberî me da tevbigerin.
 

Serepeyv