Îlon 13, 2022 10:52 Asia/Tehran
  • Li Yemenê li ser rêya çeteyên Îmarat teqînek pêk hat

Di encama teqandina du pakêtên teqemeniyê li ser rêya milîsên Encumena Demkî ya Başûr (girêdayî Îmaratê) li başûrê Yemenê, 6 çete hatin kuştin.

Li gor rapora malpera nûçeyan a “Vakale El-Sehafe El-Îminiye”, êlên herêmên navendî yên Ebîn roja Duşembê ji bo rûbirûbûna bi çeteyên Îmaratî re ku ji El-Zale û Lehcê ber bi vê parêzgehê ve diçin, seferberiyeke giştî ragihandin. Ji ber ku ev pêkhate dixwazin van herêman dagir bikin.

Adil el-Hesenî, yek ji serkirdeyên li başûrê Yemenê, ku girêdayî partiya "El-Islah" e, got ku êlên Ebîn û Şebwe "berxwedana gelêrî û eşîrî" pêk anîn da ku li hember planên wêranker ên Îmaratê di vê parîzgehê de bisekinin.

Jêderekî ewlekarî yê Yemenê roja sêşema buhurî ragihand ku di navbera hêzên "El-Hezam el-Îmnî" (Kembera Ewlekarî) ya ser bi Encumena Veguhêz a başûrê Yemenê ya bi piştevaniya Îmarat û hin endamên çekdar li parêzgeha Ebyanê pevçûn derket.

Çekdarên girêdayî El-Qaîde êrîşî nuqteyeke ewlekarî ya li herêma Xeşee ya li bajarê Ehwer a di bin kontrola "Meclis El-Êntiqlî El-Cenûbî" (Meclisa Veguhêz a başûrê Yemenê) kirin, di encamê de fermandarê van hêzan "Yasir Ebû Şaî" û hejmarek ji hevalên wî hatin kuştin.

Serepeyv