Îlon 08, 2022 08:53 Asia/Tehran
  • Hêzên berxwedanê gulle li leşkerên siyonîst reşandin

Hêzên berxwedanê yên filistînî duh berêvarê li Nablusê leşkerên siyonîst dan ber gullan.

Li gorî rapora roja çarşemê ya ajansa nûçeyan a Mêhr News`ê, çavkaniyên filistînî ragihandin ku hêzên berxwedanê yên filistînî, leşkerên Rejîma Îsraîlê li xala pişkinînê ya "Beyt Furîk" li Nablusê li kêleka rojavaya çemê Urdinê dan ber gullan.

Berî vê êrişê berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst ragehandibû ku li Geliyê Urdinê otobusa leşkerên siyonîst hat gullebarankirin û di encamê de 7 leşker birîndar bûne ku rewşa yekê ji wan giran e.

Vê dawiyê derdorên ewlekarî yên Siyonîst ragehandibûn ku Şerîeya Rojava li ber întîfazeyeke nû ye û artêşa siyonîst li hember operasiyonên filistîniyan li Şerîeya Rojava bi kirîza bijardeyan re rû bi rû ye.

Herwiha derdorên leşkerî yên Telavîvê gihîştine wê baweriyê ku pêla operasyonên Filistînê berferehtir dibe û tenê di çend rojên borî de 6 operasyonên berxwedanê hatine encamdan.

Serepeyv