Îlon 05, 2022 18:35 Asia/Tehran
  • Wezîrê libnanî: Dewleta Sûriyê hemû derfetên pêwîst ji bo pêşwaziya ji awareyên sûrî dabîn kirine

Wezîrê Wezîrê Koçberî û karûbarên Penaberan ê Libnanê got: Dewleta Sûriyê hemû îmkanên pêwîst ji bo pêşwaziya ji awareyên sûrî dabîn kirine û bernameya vegera wan bo welatê xwe dê ji hefteya bê bi cih were.

Esam Şerefedîn, Wezîrê Koçberî û karûbarên Penaberan ê Libnanê rtagihand ku ji bilî dabînkirina derfetên pêwîst ji bo pêşwaziya ji awareyên sûrî li welatê xwe, Rûsiyê jî hin alîkarî bi qasî 5 beranberî alîkariyên Komîsaryaya Bilind a NY ji bo dabînkirina xwareka van awareyan terxan kiriye.


Vî wezîrê libnanî her wiha got: Di civîna herî dawî ya bi Komîsaryaya Bilind a NY da, tekezî hat kirin ku mafê Libnanê heye ku awareyên sûrî ku pirsgirêkeke wan a taybet tune, vegerîne welatê xwe, lê derbarê penaberên siyasî, Komîsaryaya bilind a Penaberan a NY bi hevkariya Konseya Ewlehiya Gelemperî ya Libnanê divê wan veguhezîne welatekî sêyem.

Şerefedîn ragihand: 60 hezar awareyên sûrî li navçeya Ersala Libnanê ne û dewleta Sûriyê hemû şert û merên pêwîst ji bo vegeriyana wan dabîn kirine û tenha pirsgirêka heyî di vî warî da astengîderxistina welatên rojavayî û Amerîkayê ye.

Serepeyv