Tebax 27, 2022 20:27 Asia/Tehran
  • NY ji ber darvekirinên li Erebistanê dilnigeran e

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) amajeyî karnama rewşa Erebistanê di warê mafên merivan da kir û ji ber zêdebûna cihanîna hikmên darvekirinê li vî welatî dilnigeranbûna xwe dîyar kir.

Li gorî rapora Dezgeha Mafên merivan a NY, di 6 mehên destpêka îsal da, 120 kes li Erebistanê hatine darvekirinê ku anegorî sala buhurî 2 beranber bûye.

Mîşêl Baçêlê Komîsera Pillebilind a Mafên mirovan a NY di civîneke çapemenîyê da tevî şermezarkirina darvekirinên komkî li li Erebistanê, ji vî welatî xwest ku cezayên darvekirinê rawestîne.

Baçêlê got ku sersarîya Erebistanê himberî rexneyan, xemsarîya vî welatî himberî qanûnên navnetewî û sozên Rîyazê piştrast dike.

Çendekê berî vîya jî, Fehd Gufêylî lêkolerê erebistanî li rûpela twitterê nivîsî ku ji sala 2017ê va, dema ku Mihemed Bin Selman bû Paşmîrê Erebistanê, heta nika 590 kes li vî welatî hatine darvekirinê.

Serepeyv