Mihemed Hûsî: Her kes divê ji bo şerê mezin amade be
Endamê pillebilind ê Konseya Sîyasî ya Yemenê pêgirî kir ku liv û tevgerên dijmin û haletên binpêkirina agirbesê dê nekaribin pêşîya amadebûna me ji bo şerê mezin û serketinê bigirin.
Mihemed Elî Hûsî Endamê pillebilind ê Konseya Sîyasî ya Yemenê got: Me ji ber vê yekê agirbes qebûl kir ku em ne xwazyarê şêrr in lê heke dorpêçkiirna Yemenê û destdirêjî bên domandin, em ê bersivê bidin.
Hûsî amajeyî angaştên rayedarên Rêjîma Sîyonîst têkildarî vê yekê ku vê dawîyê hevgavê şerê sêrojî êrişî Yemenê jî kirine, kir û got: Ev dew ûdoz bê bingeh in lê em arizû dikin ku bi awayekî rasterast himberî dijminê sîyonîst rawestin.
Endamekî Polîtbîroya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê jî amajeyî dilnigeranîyên Rêjîma Sîyonîst ji ber jordaçûna asta şîyana leşkerî ya Yemenê kir û got: Ev dilnigeranî ray dide ku Yemenê hemî komployên koledarîyê derbas kirine.
Elî Qehhûm Endamê Polîtbîroya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê li rûpela twitterê nivîsî: Imarat û Erebistan wek kirêgirtî û darê destê Amerîka û Israyîlê divê rastîya heyî û alûgur û hevsengîyên herêmê bi awayekî durist têbigihîjin û bizanibin ku hewla wan ji bo parvekirin, talankirin û sût û selemkirina çavkanîyên xwezayî yên Yemenê dê bê encam bimîne.
Li gorî nûçeyeke din, hevalbendîya dagirker a seûdî di 24 sietên buhurî da zêde ji 50 carî agirbes li parêzgeha Hudeydê binpê kirîye.
Hevgavê vê yekê hevalbendîya seûdî agirbes li parêzgehên din ên Yemenî jî binpê dike.