Tebax 27, 2022 16:47 Asia/Tehran
  • Xwofireke nensa geştên Balafirgeha  Ben-Gurion`ê alozî kirin

Çavkanîyên ibrî ragihandin ku bi dû firrîna xwofireke nenas li derdora Balafirgeha Ben-Gurion`ê, geştên vê balafirgeh aloz bûn.

Kanala 12 ya televîzyona Rêjîma Sîyonîst ragihand ku ev bûyera nişkêvayî vê sibê li Balafirgeha Ben-Gurion`ê qewimî.

Vê kanalê herwiha ragihand ku bi dû derbasbûna xwofireke piçûka a Koda Kopterê nav banda balafirgehê, balafira rêwîhilgir a ku ji New Yorkê dihat,  neçar ma ku rêya xwe biguherîne.

Kanala 12 ya televîzyona Israyîlê herwiha ragihand ku polîsên vê rêjîmê mijûlê lêkolînê û lêgerîna ji bo peydakirina operatorê Koda Kopterê ne.

Serepeyv