Di şerê navbera filistîniyan û hêzên siyonîst bi dehan filistînî birîndar bûn
Çavkaniyên nûçeyan şeva îniyê ragihandin ku piştî êrişa eskerên siyonîstî li ser xwenîşanderên filistînî yên ku çêkirina bajarokên siyonîstî protesto dikirin, li bakûra Şerîeya Rojavayê Çemê Urdinê, bi dehan kes birîndar bûn.
Li gorî vê raporê, li êrişa hêzên siyonîst ser xwenîşandanên niştecihên devera "Beyt Leîd" li rojhilata Tulkeremê jî, ku ji bo protestokirina dagîrkeriya siyonîstan ketibûn kolan û çarsiyan, bi dehan filistînî birîndar bûn.
Roja Înê danê sibê artêşa Rejîma Îsraîlê êrîşî bajarê Nablusê yê li bakurê Şerîeya Rojava kir û di navbera artêşa siyonîst û şervanên Filistînê de şer derket.
Êvara Pêncşemê jî bajaroknişînên siyonîst bi piştgirîya hêzên leşkerî yên rejîma dagîrkerê Qudsê êrişî devera kevin a vî bajarê dagirbûyî kirin û li cadeya Elwad dest bi meşa provokatîf kirin û merasimên olî li vê navçê li darxistin. Di vî halî de eskerên siyonîst bi darê zorê dikan û û marketên filistînî dan girêdanê.