Şehîdbûna ciwanekî Filistînî li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdunê
Xortekî filistînî ji ber giraniya birînên xwe yên di encama êrişa leşkerî ya Rejîma Siyonîst de ser devera kevin a bajarê Nablusê li kêleka rojavaya çemê Urdinê şehîd bû.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Şehab`ê, "Mihemed Eraîşa" ciwanê filistînî, du hefte berî niha di encama êrişa hêzên dagîrker ên siyonîst ser taxa kevin a bajarê Nablusê, kete ber gulleyan û birîndar bû ku îro ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.
Berî niha li devera kevin a bajarê Nablusê li Şerîa Rojava, sê şervanên filistînî yên endamên tabûra şehîdên El-Eqsayê yên şaxê leşkerî yê tevgera Fetihê bi navên “Îbrahîm El-Nablusî, Îslam Sebûh” û Huseyn Taha hatibûn terorkirin."
Ji bilî şehîdbûna van têkoşerên filistînî, vê dawiyê bi dehan welatiyên din ên filistînî bi fîşekên leşkerên Rejîma dagirker a Siyonîst birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanan.
Kiryarên Rejîma Siyonîst binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî yên mirovdostane ye û ev kiryar li dijî peymanên navneteweyî ye, loma pêwîst e civaka navneteweyî bi cidî zorî bîne ser dagirkeran da ku li navçên filistînî yên dagirbûyî rêzê li mafên mirovan bigire.