Tebax 22, 2022 08:33 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bi boneya salvegera şewitandina Mizgefta Eqsayê

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di salvegera 53an a şewitandina Mizgefta Eqsayê da, li ser pêwîstiya rizgarkirina Qudsê û derxistina wê ji destê dagirkeran tekez kir.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Quds hema wisa bingeha pevçûna digel dijminê siyonîst dê bimîne û aazdkirina wê erka her ereb û misilmanekî ye û berxwedan jî tenha rêya serêxwegirtina vê yekê ye.

Di daxuyaniya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê da hatiye, derbasbûna sal û dehsalan ji dema agirxistina bi yekemîn qibleya misilmanan qet nayê vê wateyê ku gelê Filistînê bi derbasbûna demê ra mafê xwe ji bîr dike, belkî her kêliyek ku derbas dibe, pabendiya me li ser mafên xwe zêddetir dike û me ji bo rizgarkirina welat û standina tiştê ku dijmin dagir kiirye, bibiryartir dike.

Roja derbasbûyî, 21ê Tebaxa 2022an, hevdem digel ssalvegera 53an a şewitandina Mizgefta Eqsayê bi destê dagirkerên siyonîst bû. Cinayeta ku cîhan şehedê wê bû û tu bertekeke rasteqîn li hemberî wê nîşan neda.

 

 

Serepeyv