Tebax 20, 2022 21:04 Asia/Tehran
  • Di êrîşa hêzên siyonîst de 51 filistînî birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan şeva îniyê ragihandin ku li encama êrişa hêzên siyonîst li Şerîeya Rojava yên ser filistîniyên nerazî ku çêkirina bajarokan li ser erdên filistîniyan protesto dikin, 51 kes birîndar bûn.

Siyonîst ji bo armancên xwe yên zêdexwaziyê her roj êrişî deverên curbicur ên Filistînê dikin û filistîniyan şehîd, birîndar û desteser dikin.

Li gorî rapora IRNA`yê ji malpera nûçeyan a Filistîn El-Yewmê, Heyva Sor a Filistînê ragihand ku li şerê navbera filistîniyan û leşkerên rejîma Îsraîlê li bajarê Kefer Qedûmê li rojhilatê Qelqeliyê 25 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li herêmên cuda yên Nablusê jî 26 kesên din birîndar bûn.

Ji aliyê din ve roja Îniyê eskerên siyonîst di êrişa ser bajarê Tûbasê li bakûra qiraxa rojavaya çemê Urdinê welatiyekî filistînî şehîd kirin.

Serepeyv