Tebax 19, 2022 17:35 Asia/Tehran
  • Nimêja Înê li Mizgefta Eqsayê bicoş hat lidarxistin

Zêdetirî 55 hezar filistîniyan tevî astengîderxistina giran a Rejîma Siyonîst nimêja Înê li Mizgefta Eqsayê li dar xist.

Li gorî rapora roja Înê ya Quds El-Exbaêdetirî 55 hezar filistîniyên niştecihê Qudsê û erdên dagirbûyî û Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê tevî tevdîrên giran ên ewlehiyê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst va, nimêja Înê bi coşeke mezin li vî cihê pîroz xwend.

Li gorî vê raporê, hin xortên filistînî di vê merasima îbadî da, bi cil û bergên neqişandî bi wêneyên têkoşerên filistînî yên şehîd ji wan Îbrahîm Nablosî ku rojên dawî şehîd bû, beşdar bûn.

Leşkerên Rejîma Siyonîst sibeha roja Sêşemiyê bi êrîşa li ser malekê li bajarê Nablosê yê kevn li Kêleka Rojavayî, Îbrahîm Nablosî ji endamên tabûrên şehîdên El-Eqsayê, baska leşkerî ya Tevgera Feth û 2 hevrêyên wî şehîd kirin.

 

 

Serepeyv