Di êrîşa siyonîstan ser Nablusê de filistîniyek şehîd û 17 kes jî birîndar bûn
Çarşemê bi şev leşkerên Rejîma dagîrker a Siyonîst êrişî ser “Nablûsê” li Şerîeya Rojavaya Çemê Urdinê kir ku di encamê de herî kêm filistînîyek şehîd û 17 filistînî jî birîndar bûn.
Siyonîst ji bo bidestxistina armancên xwe yên zêdegavî û zêdexwaziyê her roj êrişî deverên curbicur ên Filistînê dikin û filistîniyan şehîd û birîndar dikin an jî wan digirin û dişînin zindanan.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, çavkaniyên filistînî ragihandin ku eskerên siyonîst li derdora baregeha Hezretê Yûsif (S) li rojhilata Nablusê bi xortên filistînî ra ketine pevçûnê.
di vê navberê de; kanala "Al-Jazeera" îro sibeha Pêncşemê ragihand ku artêşa siyonîst bi mebesta hêsankirina destdirêjiya siyonîstên siyonîst ser baregeha Hz. Yûsif (s) û ji bo girtina pêşiya bertek û bersiva filistîniyan, deriyên deverên rojhilatê Nablusê digirin.
Mafên gelê mezlûm ên Filistînê zêdetirî heftî sal in di bin lingên Rejîma dagîrker a Siyonîst de hatiye pelçiqandin. Vê rejîmê di heyama navborî de tawanên herî hovane li dijî filistîniyan pêk anîne.
"Tareq Ezeddîn" berdevkê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê cinayetên Rejîma dagîrker a Siyonîst şermezar kir û diyar kir ku zû yan dereng siyonîst dê berdêla kiryarên xwe bidin.