Tebax 16, 2022 15:31 Asia/Tehran
  • Îtirafkirina Rejîma Siyonîst li tawana şehîdkirina pênc zarokên filistînî

Artêşa Rejîma Îsraîlê yek ji tawanên xwe yên vê dawiyê li zîvala Xexeyê qebûl kir ku bû sedema şehîdbûna 5 zarok û tazelawên filistînî.

Rejîma Siyonîst roja 5ê Tebaxê dest bi êrişeke nû bo ser zîvala Xezeyê kir ku 3 rojan berdewam kir.

Rejîma Siyonîst di êrîşên xwe yên esmanî û topxaneyî yên sê rojan de ser zîvala Gezeyê, herî kêm 49 filistînî ji nav wan 17 zarok û xortên filistînî şehîd kirin û zêde ji 360 kesên din jî birîndar kirin.

Yek ji cinayetên vê rejîmê li herêma Cebeliyê pêk hat ku Rejîma Siyonîst 5 zarok û tazelaw ji wan 4 kes ji malbatekê şehîd kirin.

Li gorî rapora rojnama “Haaretz” a siyonîst, artêşa Îsraîlê îro sêşemiyê îtiraf kir ku vê rejîmê komkujiya vê dawiyê li navça goristana “El Falûca” li devera “Cebalia” li bakurê zîvala Gazayê pêk aniye û di encamê de 5 zarok û tazelaw şehîd ketin.

Yek ji encamên girîng ên şerê sê rojî yê vê dawiyê ew bû ku nîşan da ku Tevgera Cîhada Îslamî bi tena serê xwe kariye êrişî çeperên Rejîma Siyonîst bike û xwe biparêze.

Cîhada Îslamî ya Filistînê qebûlkirina agirbestê bi azadkirina Xelîl Awade yek ji rêberên payebilind ê xwe şert kir û Rejîma Siyonîst jî neçar ma ku vê şertê qebûl bike.

Serepeyv