Bajaroknişînên siyonîst êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kir
Bajaroknişînên siyonîst di bin piştevanî û parastina leşkerên vê rejîmê êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kir.
Zêdetirî 100 bajaroknişînên siyonîst ji aliyê Bab Ul-Mixaribeyê va derbasî Mizgefta Eqsayê bûn û bi pêkanîna kiryarên handêr li qadên vê mizgeftê, bêrêzî li rûmeta vî cihê pîroz kirin.
Destdirêjiyên lipeyhev ên siyonîstan li ser Mizgefta Eqsayê di halekî da ye ku saziyên navneteweyî û mafên mirov hema wisa bêdengiya xwe li hemberî van kiryaran didomînin.
Mizgefta Eqsayê hema bêje her roj bûye qala êrîşa berfireh a bajaroknişînên siyonîst ku bi awayê komî û bi piştevaniya leşkerên Rejîma Siyonîst derbasî vê mizgeftê dibin.
Li gorî nûçeyeke din, Li pey destdirêjiya Rejîma Israyîlê li ser Zîvala Xezeyê û bersivdana mûşekî ya berfireh a Berxwedana filistînî, rayedarên Rejîma Siyonîst qala bernameyekê ji bo damezirandina navendên derûn-demaniyê ji bo siyonîstan kir ku li pey êrîşên vê dawiyê tûşî nexweşiyên derûnî bûne.
Avîgdor Lîbêrmen (Avigdor Lieberman) serokwezîr û wezîrê heyîtiyê yê Rejîma Siyonîst tevî amajeya bi hewcetiya bajaroknişînan li erdên dagirbûyî bi çavdêriya derûndermanî ji ber wehşeta ji ber şer û operasiyona hêzên berxwedanê, qala bernameyekê ji bo tedawîkirina welatiyên siyonîst kir û got ku armanca vê bernameyê çareserkirina behicîn û tirsa ji şêrr li nav welatiyên Israyîlê ye.