Tebax 13, 2022 09:24 Asia/Tehran
  • Êrîşa leşkerên siyonîst ser bajarê El-Bîreh li Şerîeya Rojava

Eskerên Rejîma dagirker a Siyonîst bi êrişa ser bajarê El-Bîreh ku li Şerîeya Rojava ye êrişî filistîniyan kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan ya MA'A ya Filistînê, li dû êrişa şeva îniyê ya hêzên siyonîst, filistîniyên li dergehê bajarê El-Birehê li ber êrişa siyonîstên dagîrker sekinîn.

Heyva Sor a Filistînê di vê derbarê de ragihand ku piştî pevçûna di navbera hêzên siyonîst û filistîniyan de li dergehê bajarê El-Birehê ciwanekî filistînî bi gulleyan birîndar bû û ew rakirin nexweşxanê.

Pêştir jî çavkaniyên Filistînî behsa rûdana pevçûnan li başûrê Nablusê kiribûn. Leşkerên siyonîst li başûrê Nablusê bi avêtina gaza rondikrêj û gullebaranê 56 filistînî birîndar kirin.

Her wiha piştî tepeserkirina meşa nerazîbûnê ya li dijî avakirina bajarokan li erdên bakurê rojhilatê herêma Beyt Decen li bakurê rojhilatê Nablusê, roja Înê bi dehan filistînî ji ber dûmana ku ji ber gaza rondikrêj derdiket, asê man û birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên medyayî ji vê herêmê, bi sedan filistîniyên ku li Nablus û derdora wê dijîn, piştî nimêja înê ji bo protestokirina şehadeta Îbrahîm El Nabulsî, Îslam Sebûh û Huseyn Taha ji aliyê siyonîstan ve li ber Mizgefta Beyt Decen meşiyan ku hêzên siyonîst bi avêtina gaza rondikrêj ev meş bi tundî tepeser kirin.

Li gorî agahiyan, di êrişa artêşa dagirker a li ser beşdarên meşa hefteyî ya li gundê Kefer Qedûm li rojhilatê Qelqeliyê li bakurê Şerîeya Rojava, 7 ciwanên filistînî bi gulleyên plastîk ên siyonîstan birîndar bûn û bi dehan filistînî jî bi gaza îsotê ya jehrî ketin haleta xeniqînê.

Serepeyv