Şehîdbûna keça Filistînî ya birîndar li zîvala Xezeyê
Keçeke din a filistînî ku di êrîşa vê dawiyê ya Rejîma Îsraîlê ya ser Xezeyê de birîndar bûbû, ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora roja pêncşemê ya ajansa nûçeyan a Filistînê "Şehab"ê, keça filistînî "Liyan El-Şaêr" ku li êrîşa sê rojî ya vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê bi giranî birîndar bibû, li nexweşxana El-Meqassid jiyana xwe ji dest da û şehîd ket.
Rejîma Telavîvê û Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê derengiya roja Yekşemê 7ê Tebaxê piştî sê rojan bombardûmanên giran ên artêşa Siyonîst ser navça dorpêçkirî ya Xezeyê, agirbest ragihandin.
Li gorî agahiyên dawî yên fermî ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê weşandin, di van êrîşan de 15 jê zarok 44 Filistînî hatin kuştin û herî kêm 350 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî vê raporê, ji sala 2008`an ve, rejîma Israîlê 4 şer li nav axa Felestînê daye destpêkirin ku ji ber wan nêzîkî 4 hezar filistînî kuştine ku çaryekek(1/4) ji wan zarok in.