Tebax 10, 2022 10:17 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna xortekî filistînî li zîvala Xezeyê

Di encama giraniya birînan a ji ber êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê, xortekî filistînî şehîd bû.

Li gorî malpera tora Alyawmm a Filistînê, “Îbrahîm Şehde Ebû Selah” sibeha îro çarşemiyê di encama giraniya birînên ji ber êrişên hêzên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê li roja Îna vê hefteyê şehîd bû.

Li gorî vê raporê, bi şehîdbûna vî xortê filistînî, hejmara şehîdên êrişa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê gihîşte 46 kesan.

Roja Îna borî artêşa Rejîma Îsraîlê dest bi êrîşên xwe yên esmanî û topan ser deverên cuda yên zîvala Xazayê kiribû.

Girûpên berxwedanê yên Filistînê li berteka van êrişên cinayetkarên siyonîst bajar û bajarokên siyonîst li navçên dagirbûyî bi taybetî Telavîv û balafirgeha Ben Gurion bi sedan rokêtan kirin armanc û di encamê de 60 siyonîst çûn nexweşxanan.

Di dawiyê de rêkeftina agirbestê ya di navbera Rejîma Siyonîst û Tevgera Cîhada Îslamî sibeha duşemiyê bi navbeynkariya Misrê ket meriyetê.

Serepeyv