Saziyên Rejîma Siyonîst ketin ber êrişên dubare yên saybêrî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335758-saziyên_rejîma_siyonîst_ketin_ber_êrişên_dubare_yên_saybêrî
Li pey dewra nû ya êrişgeriya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê, çavkaniyên nûçeyan behsa êrişa dubare ya saybêrî ser saziyên vê rejîmê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2022 14:26 Asia/Tehran
  •  Saziyên Rejîma Siyonîst ketin ber êrişên dubare yên saybêrî

Li pey dewra nû ya êrişgeriya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê, çavkaniyên nûçeyan behsa êrişa dubare ya saybêrî ser saziyên vê rejîmê agahî dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Şehabê, mêdyayên Rejîma Siyonîst, roja Sêşemiyê ragihand, hin saziyên vê rejîmê ji wan bajêrvaniya bajaroknişînên Sedîrot li Erdên Dagirbûyî, ketin ber êrişa saybêrî. Anegorî ragihandina van medyayn, çavkaniya êrişa saybêrî ji Iraqê bûye.

Medyayên Rejîma Siyonîst çen rojan berî niha jî ragihandin, malpera fermandetiya bereya navxweyî ya artêşa vê rejîmê ketiye ber êrişa saybêrî û ji kontrolê derket û ber desta nîne.

Hefteya buhurî jî 7 malper û sîstimên torên civakî yên Rejîma Siyonîst ji aliyê koma iraqî ya El Tahire ve hek bibû.

Di vê êrişa saybêrî de, çend kompaniyên mezin ên bazirganiyê yên îsraîlî ku di nava Erdên Dagîrbûyî de çalak bûn, ji aliyê vê koma iraqî ve hek bûn û li rûpelên wan wêne û lawjeyên Heşda Şeibî hatin weşandin.

Eva duyemîn êrişa saybêrî ya koma hekêran a El Tahire di çend mehên vê dawiyê de ser malperên Rejîma Siyonîst bû.