Tebax 07, 2022 15:42 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna fermandarê payebilind ê Cîhada Îslamî; Hejmara şehîdên Xezeyê gihişt 32 kesan

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê şehîdbûna yek ji fermandarên payebilind ên xwe di êrîşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê de piştrast kir.

Êrişa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê êvariya roja Îniyê bi navê “Sibeha Sadiq” dest pê kir û heta îro Yekşemê berdewam e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Filistînê, sibeha roja yekşemiyê termê 8 şehîdên filistînî ji nav wan "Xalid Mensûr" (Ebû Raxib) fermandarê herêma başûrî ya "Seraya El-Quds" baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ji bin wêraniyên êrîşa şeva borî ya Rejîma Siyonîst ser Refehê hatin derxistin..

Wezaret Tenduristiya Karta (Zîvala) Xezeyê ragihand ku hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê şehîd bûne derketiye 32 kesan ku 6 ji wan zarok in û hejmara kesên birîndar jî gihêştiye 253 kesan.

Di vî halî de Rejîma Siyonîst bi bêşermî îdia dike ku belgeyên wê hene ku "mûşekek ya hêzên çekdar ên Cîhada Îslamî ji rê derketî" ku bûye sedem çend zarok li devera Cebeliyê ya li bakurê Zîvala Xezeyê werin  kuştine. 

Tevgera Cîhada Îslamî û baskê wê yê leşkerî "Seraya el-Quds" daxuyaniyek belav kir û tê de sersaxî ji şehîdên bajarê Refehê ku di nav wan de "Xalid Mensûr" û 2 şervanên din ên Cîhada Îslamî bi navên "Ziyad Ehmed El-Mudelel" û "Rafet Salih Şeyx El-Eid" hene, xwest û destnîşan kir ku xwîna fermandarê şehîd Xalid El Mensûr wê şerê parastina Quds û Mescida Eqsayê geş û gurr bike.

"Berevaniya Bajêr" a Xezeyê li cihê êrîşa şeva borî ya Rejîma Siyonîst ser Refehê ji bo dîtina şehîdên din ên muhtemel xebatên lêgerînê didomîne.

Piştî cinayeta siyonîstan, hêzên "Seraya El-Qudsê" yên tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî ji şeva şemiyê heta îro bi mûşek û hawanan navçeyên curbicur ên Filistîna dagirbûyî kirine armanc.

Heta niha welatên Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Cezayîr, Tûnis, Urdun, Qeter, Kuweyt û Tirkiyê bi daxuyaniyên xwe êrîşên dagirkeriya Rejîma  Îsraîlê li dijî gelê mezlûm ê Xezeyê şermezar kirine.

Serepeyv