Jimara şehîdên Xezeyê gihêşte 24 kesan ku 6 ji wan zarok in
Hejmara kuştiyên cinayeta nû ya Rejîma zarokkuj a Siyonîst li dijî navçeyên niştecihbûyî li Zîvala Xezeyê her diçe zêde dibe.
Êrişa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê êvariya roja Îniyê bi navê “Sibeha Sadiq” dest pê kir û heta îro Yekşemê berdewam e.
Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezeyê ragihand ku ji destpêka operasyona nû ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê 24 filistînî ji wan 6 zarok şehîd û 215 kesên din jî birîndar bûne.
"Dawûd Şehab" berdevkê fermî yê tevgera Cîhada Îslamî got: Ev tevger dê bi hêz û cesaret bersiva operasyonên siyonîstan bide û rê nede ku siyonîst navçeyekê kontrol bike.
Piştî vê cinayeta siyonîstan, hêzên Seraya El-Qudsê yên baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî ji şeva şemiyê heta îro, deverên curbicur ên Filistîna dagirbûyî (Îsraîl) bi mûşek û hawanên xwe kirin armanc.
Heta niha welatên Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Cezayîr, Tûnis, Urdun, Qeter, Kuweyt û Tirkiyê bi daxuyaniyên xwe êrîşên dagirkeriya Rejîma Îsraîlê li dijî gelê mezlûm ê Xezeyê şermezar kirine.
Li bajarên curbicur ên navçên filistînî yên dagirbûyî jî ji êvara Şemiyê ve xwenîşandanên xelkê li dijî êrişên hovane yên Rejîma zarokkuj a Siyonîst ser xelkê Xezeyê berdewam in.
Xwenîşanderan bi hilgirtina alayên Filistînê li dijî Rejîma Siyonîst û piştgirî ji gelê mezlûm ê Xezeyê silogan avêtin.