Li Xezeyê hejmara şehîdan gihîşt 13 kesan / Cinayetên siyonîstan berdewam dike
Li zîvala Xezeyê bi şehîdbûna 3 welatiyên din ên filistînî hejmara şehîdan gihîşt 13 kesan.
Rejîma Siyonîst ji roja Îniyê heya niha çend navçên Zîvala Xezeyê bi êrişên hewayî yên xwe hedef girtine û gurûpên berxwedanê yên filistînî jî heya niha wek berteka li hemberî êrişên Rejîma demkî ya siyonîst li bajarokên siyonîstî yên derdora Xezayê û başûrê Telavîvê bi zêde ji 160 mûşekan kirina armanca êrişên xwe.
Li gorî rapora IRNA`yê, ji zarê medyaya Filistînê, îro şemiyê ciwanekî filistînî di encama birînên ku li êrişa duh a rejîma Îsraîlê li ser zîvala Xezeyê de lê ketibû, şehîd bû.
Çavkaniyên nûçeyan ên Filistînê her wiha şehîdbûna 2 filistîniyên din li êrişa îro ya siyonîstan ser Xan Yûnisê xeber dan.
Ji aliyê din ve di encama êrişên îro de 4 filistînî birîndar bûn û hejmara birîndarên êrişên Rejîma Siyonîst gihîşt 83 kesan.
Piştî vê cinayeta siyonîstan, Seraya El-Qudsê baskê leşkerî ya tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî ji şeva buhurî heta îro herêmên cuda yên Filistîna dagirbûyî bi mûşek û hawanan hedef girtin
Benny Gantz, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst piştî civîna xwe ya ewlehiyê, îro piştî nîvro ji berdewamiya cinayetên vê rejîmê li Xezeyê xeber da û fermana berdewamiya êrişên ser Xezeyê da.
Êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê rastî berteka û şermezarkirina gelek kom û welatên cîhanê hatiye.