Saraya El-Quds bi 100 moşekan bersiva êrişên Rejîma Îsraîlê da
Baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, Saraya El-Quds ragihand ku wekî bersiva şehîdkirina fermadar û kadroyên wê tevgerê, wê zêdetirî 100 moşek avêtine Til Eviv û bajarok û bajarên siyonîstê yên nêzî Xezayê.
Medya filistînî û ya herêmî ji Xezayê ragihand ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, Saraya El-Quds, wek bersiva şehîdkirina fermandarê wê yê leşkerî Teysîr El-Caberî, wê gelek bajarên Îsraîlê di nav de Til Evîv û bajarên nêzî Xezayê kirine hedef.
Li gorî çapemeniya Îsarîlê, dengên zengilên hişyariyê li gelek bajarok û bajarên siyonîstan û başûrê Til Evîvê bilind bûye.
Herwiha hat ragihandin ku Rejîma Siyonîst êrişên xwe ser zêvala Xezeyê berdewam dike ku di encama van êrişan de gelek filistînî şehîd û birîndar bûne.
Tê gotin di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de, 10 filistînî şehîd bûne ku di nav wan de fermandarê yê Tevgera Cîhad a Îslamê Teysîr El-Caberî jî dikeve ber çavan û 26 kesên din jî birîndar bûn.