Leşkerên amerîkî derbasî rojhilatê Yemenê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335534-leşkerên_amerîkî_derbasî_rojhilatê_yemenê_bûn
Çavkaniyekî yemenî êvara Pêncşemiyê qala derbasbûna komeke din a leşkerên amerîkî bo parêzgeha Mehreya rojhilatê Yemenê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2022 03:10 Asia/Tehran
  • Leşkerên amerîkî derbasî rojhilatê Yemenê bûn

Çavkaniyekî yemenî êvara Pêncşemiyê qala derbasbûna komeke din a leşkerên amerîkî bo parêzgeha Mehreya rojhilatê Yemenê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev leşker roja Sêşemê derbasî balefirgeha El-Xeyzeya parêzgeha Mehreyê bûbûn.

 

Tu amajeyek bi hejmara leşkerên amerîkî ku derbasî Yemenê bûne, nehatiye kirin.

Balefirgeha El-Xeyzeyê baregeheke leşkerî ye ku ji aliyê hêzên brîtanyayî û siyonîst di sala 2017an da û bi awayê neqanûnî hatiye avakirin.

Ev leşker ji balefirgeha El-Riyanê ya bajarê Meklaya navenda parêzgeha Hezermûtê derbasî vê baregeha leşkerî bûn.