3 leşkerên Tirkîyê li bakura Sûrîye û Iraqê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335500-3_leşkerên_tirkîyê_li_bakura_sûrîye_û_iraqê_hatin_kuştinê
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, duhî di êrişeke YPGê de du leşkerên wan li bakurê Sûriyê birîndar bûn, piştî ku ew ji bo nexweşxaneyê tên veguhestin, canê xwe ji dest didin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2022 11:46 Asia/Tehran
  • 3 leşkerên Tirkîyê li bakura Sûrîye û Iraqê hatin kuştinê

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, duhî di êrişeke YPGê de du leşkerên wan li bakurê Sûriyê birîndar bûn, piştî ku ew ji bo nexweşxaneyê tên veguhestin, canê xwe ji dest didin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîd li bakura Iraqê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, ew leşkerê wan di encama teqîna bombeyekê de li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîd li nav axa Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.