Tîrmeh 24, 2022 18:35 Asia/Tehran
  •  Hemasê pêşwazî li helwêsta rayedara behreynî derheqê Til Avîvê kir

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) pêşwazî li helwêsta rayedareke behreynî derbarê mesafenekirina tev balyozê Rejîma Siyonîst kir ku bû sebeba wêdadayîna wî.

Roja 16ê Hrzîrana 2022an balyozê Amerîkayê li Menameyê merasimeke şîndariyê ya taybet bi boneya mirina bavê xwe li mala xwe li dar xist û hin balyoz û rayedar ji wan Îtan Nayîye balyozê rejîma Israyîlê li Behreynê û Mî Bint Muhemed Alê Xelîfe vexwendin.

Ev rayedara behreynî ku endamê binemala serdest a Alê Xelîfe ye, ji ber ku di vê merasimê da tev balyozê Rejîma Siyonîst mesafe nekiribû, ji cîgeha xwe hat wêdadayîn.

Li gorî rapora malpera El-Xelîl Online'ê, Hazim Qasim berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ev karê rayedara behreynî nîşana rastiya helwêsta gelê resen ê Behreynê derheqê piştevaniya ji mafê filistîniyan û dijayetiya di gel rejîma dagirker li navçeyê wek dijminê navendî da zanîn.

Hazim Qasim got: Wijdanê umetê dê hema wisa li dijî her cûre hewildana ji bo asayîkirina pêwendiya tev Rejîma Siyonîst bimîne.

 

 

 

Serepeyv