Tîrmeh 21, 2022 23:26 Asia/Tehran
  • Komkara Erebî û Misirê êrişa Tirkiyê ya ser Zaxoyê û kuştina xelkê sivîl şermezar kir

Komkara Erebî bi tundî topbarana li ser seyrangeha gundê Perexa Zaxoyê şermeza kir ku di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn. Her wiha Wezareta Derve ya Misirê jî topbaran şermezar kir û piştevaniya xwe bo Hikûmeta Iraqê nîşan da.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî li ser topbarana li dijî sivîlên seyrangeha gundê Perexa Zaxo ya Duhokê de daxuyaniyek da û tê de ev topbaran weke binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û prensîbên cîrantiya baş nirxand.

Cemal Ruşdî her wiha anî ziman, “Komkara Erebî êrîşên Tirkiyê yên li ser Iraqê red dike û binpêkirina serweriya her welatekî Erebî şermezar dike. Pêwîst e Enqere di pêwendiyên xwe yên ligel welatên herêmê de prensîba cîrantiya baş ji nû ve ber çavan re derbas bike û xwe ji operasyonên leşkerî li ser xaka welatên Ereb di bin her hincetekê de dûr bixe.”

Wezareta Derve ya Misirê jî li dijî vê êrişa dewleta Tirkiyê û kuştina xelkê sivîl ê Iraqê daxuyaniyek weşand û tê de destnîşan kir ku divê rêz li prensîb û biryarên hiqûqa navneteweyî yên di derbarê parastina sivîlan de bê girtin.

Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin. Misir piştgîriya xwe ya tam ji bo serweriya Iraqê li ser xaka xwe dûpat dike û piştgiriya tedbîrên Hikûmeta Iraqê bo parastina ewlehî û aramiya welat û berjewendiyên gelên bira yên Iraqê dike. Her wiha sersaxiyê li malbatên qurbaniyên bêguneh dike û hêviya başbûnê ji hemû birîndaran re dixwaze.”

Serepeyv