Cibran Basîl: Berxwedan, sedema hêz û şîyana Libnanê ye
Serokê Tevgera Neteweyî ya Azad a Libnanê pêgîrî kir: Berxwedan, sedema hêza Libnanê ji bo kivşkirina sînorên deryayî û derxistina çavkaniyan e.
Li gorî rapora kanala nûçeyan a El Meyadînê, Cibran Basîl, serokê Tevgera Azad a Netewî ya Libnanê got: Belgeya Berxwedanê, faktora hêzê ji bo Libnanê ye eger ku em bizanibin çawan wê ji bo kivşkirina sînoran û derxistina çavkaniyan bi kar bînin. Hema wisan ku danûstandina li bara ewlehiya li beyarê aşkera ye divê li bara gazê jî aşkira û kivş be.
Basîl hişyarî da sîyonîstan û got: Hûn gaza xwe dixwezin em jî gaza xwe dizwezin.welatekî bihêz wiha tev digere û bi vî awayî berevaniya mezinatiya xwe ya neteweyî dike.
Gotinên Basîl piştî axiftina çarşemiyê bi şev a Seyîd Hesen Nesrulah, Sersêkrêtêrê Hizbullaha Libnanê hatine raberkirin ku tê de amajeyî mijara derxistina nift û gazê kiriye û got: Derfeta zêrîn a li ser mijara derxistina nift û gazê, a niha ye yanê ev du mehana. piştî wê xercên vî karî zêde bin.
Nesrulah pêgîrî kir: Berxwedan tenê hêzek e ku Libnanê ji bo gihîştina bi mafê xwe ya li ser nift û gazê heye.