Medyayên ibrî: Plana NATOya erebî nakeve pratîkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335177-medyayên_ibrî_plana_natoya_erebî_nakeve_pratîkê
Medyayên Rejîma Siyonîst bawer in ku pêşniyaza Amerîkayê ji bo damezirandina NATOya erebî-israîlî qabiliyeta wê ya cihanînê tuneye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2022 09:29 Asia/Tehran
  • Medyayên ibrî: Plana NATOya erebî nakeve pratîkê

Medyayên Rejîma Siyonîst bawer in ku pêşniyaza Amerîkayê ji bo damezirandina NATOya erebî-israîlî qabiliyeta wê ya cihanînê tuneye.

Rojnameya ibrî ya Israel Hayom'ê ji zarê çavkaniyên agah ragihand, Pêşniyaza Amerîkayê ji bo damezirandina hevpeymaniyeke ewlehî û berevaniyê ya navçeyî navbera Rejîma Siyonîst û welatên erebî bi navê NATOya erebî an jî NATOya Rojavayê Asyayê dê neyê cihanîn.

Ev rojname her wiha radigihîne, rayedarên ewlehiyê yên payebilind ên Rejîma Siyonîst derbarê kêrhatîbûna vê hevpeymaniyê dudil in.

Israel Hayom'ê her wiha ragihand: Rayedarên Rejîma Siyonîst bawer in ku eybên hevpeymaniyeke wiha zêdetir ji sûdên wê ye.

Israel Hayom'ê di dewamê da ji zarê çavkaniyên xwe yên siyasî nivîsî: Erebistan hîn amadeyî damezirandina hevpeymaniya fermî di gel Israîlê nîne.