Rexneyên ku ji serdana serokomarê Amerîkayê bo erdên dagirbûyî yên Filsitînê û Erebistanê tên kirin
Serdana Joe Biden serokomarê Amerîkayê bo bo erdên dagirbûyî yên Filsitînê û Erebistanê tûşî gelek rexneyan bûye; Lê hevdemiya vê serdanê di gel dem û gavên Hecê, ev rexne heye ku serdan di vê demê da nikare tesadufî be.
Çarçoveya ku plandarêj û cihênerên dora nû ya pêvajiya saziûşkarî û asayîkirina peywendiyan navbera Rejîma Siyonîst û hin welatên erebî-îslamî li navçeyê bijartine, ev e ku navê Lihevkirinên Îbrahîmî bidin ser lihevkirinên ku di vê pêvajoyê da pêk tên.
Hegera berxwegirtina vê rêbazê ev e ku beriya destpêbûna dora nû ya sazişkariyê biryar bû ku li gorî bernameya psendkirî ya serokên ereb di civîna Beyrûtê ya sala 2000î da ku sebebkar û pêşniyazderê wê Emîr Ebdullah welîehdê wê demê yê Erebistanê bû, her cûre asayîkriina pêwendiyan di gel Israîlê girêdayî bi damezirandina dewleta filistînî bi paytextiya Beytulmuqedesê û derketina Israîlê ji erdên din ên erebî li gorî Biryarnameyên 242 û 338an ên Konseya Ewlehiyê be.
Lê dora nû ya sazişkariyê di dawiya serdema Donald Trump serokomarê Amerîkayê yê berê piştî wê yekê dest pê kir ku Israîlê ne tenê ev şertên ereban cih neanî, belkî bi piştevaniya dewleta Trump bi awayê fermî erdên dagirbûyî yên Golanê li Filsitîna dagirbûyî girêda û di eynî demêî da ji bo kiryareke wiha li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi girêdana bajarokên cihûnişîn ên li van deran li erdên dagirbûyî yên sala 1948an nasyar bi Israîlê dest bi tevgerê kir.
Yek ji rêbazên bikarhatî di vê serdemê da hevdemkirina serdana Joe Biden bo Israîl û Erebistanê di gel dem û gavên Hecê ye, da ku bi vê rêyê wê di dewama lihevkirinên Îbrahîmî bide nasandin.