Îlon 15, 2025 20:33 Asia/Tehran
  • Hilbijartina Îranê wek Cîgirê Serokê Konferansa Giştî ya Ajansa Atomê li Viyenê

Îran bi piştgiriya Koma Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê, di civîna salane ya Konferansa Giştî ya Ajnasa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de wekî yek ji heşt cîgirên serokê vê konferansê hat hilbijartin.

Serokê Konferansa Giştî ya Ajnasa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê îro navê  Îranê li kêleka Arjantîn, Fransa, Perava Ac, Moqolistan  Niyûzîlend, Polonya û  Amerîkayê, wek Cîgirên Serokên Konferansa Giştî ya Ajansê  da nasandin.

Wekîla Amerîkayê, hilbijartina Îranê wek Cîgirê Serokê Konferansa Giştî protesto kir. Riza Necefî, Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY li Viyenayê, ji ber pêbaweriya piraniya welatên endam û Koma Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê bo Îranê destxweşî li wan kir û got: Ev biryar li gorî  bingeheh û pêvajoyeke naskirî hat dayîn û divê gişt rêzê li hilbijartinên komên navçeyê bigrin.

Serepeyv