Tîrmeh 06, 2022 23:01 Asia/Tehran
  • Li başûrê Cenînê ciwanekî filistînî şehîd bû

Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku ciwanekî filistînî li başûrê Cenînê ji aliyê leşkerên siyonîst ve hat gullebarankirin û şehîdkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, ji zarê medyayên filistînî, çavkaniyên filistînî ragihandin ku ciwanê filistînî "Refîq Ghennam" ku sibeha îro çarşemiyê li bajarê Cebei li başûrê Cenînê bi gullên siyonîstan birîndar bibû, ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Eva li halekê ye ku du xortên din ên filistînî di van du rojên derbasbûyî de ji aliyê hêzên siyonîst ve hatin şehîdkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rejîma Siyonîst ku niha zêdetir ji %75 ji axa dîrokî ya Filistînê dagir kiriye, nahêle ku filistînî li deverên din jî jiyana xwe berdewam bikin.

Êrîşên dubare yên artêşa siyonîst ser Şerîeya Rojavayî û şerê dijî zêvala Xezeyê di van salên dawî de,di vê çarçêvê de ye ku bi jinavbirina filistîniyan, ewlehiya vê rejîma sexte zêde bike.

Serepeyv