Tîrmeh 04, 2022 09:07 Asia/Tehran
  • Hamas: Gelê Filistînê dê planên dagirkeran pûç bike

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: Gelê Filistînê dê planên dagirkeran pûç bike.

Ebduletîf Qanû', berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) roja Yekşemê got: Gelê Filistînê dê rê nede ku plana rejîma siyonîst a dagirker ji bo parçekirina demî û cihî ya Mizgefta Eqsayê bi cih were, loma ew ê li hemberî êrîşên lipeyhev ên vê rejîmê rawestin û hemî hêz û şiyana xwe ji bo pûçkirina planên dagirkeran bi kar bînin.

Qanû' tevî amajeya bi vêya ku metirsiyeke mezin li dijîê Mizgefta Eqsayê heye, got: Rejîma Siyonîst bi êrîşên xwe yên lipeyhev ji bo parçekirina Mizgefta Eqsayê lez dike û ji bo vê yekê seferberiya gelemperî bo berevanî û piştgiriya ji wê pêwîst e.

Pêştir jî Xalid Meş'el, serokê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) li derve ragihandibû ku gelê Filistînê dê rê nde ku Mizgefta Eqsayê were cihûkirin an bê parçekirin û wêrankirin û pêşî li her cûre kiryarên hakimiyeta dînî û siyasî ji aliyê dagirkeran va bigire.

Ji aliyê din va wezareta derve ya Filistînê roja Yekşemê bi daxuyaniyekê daxwaza destwerdana bilez a navneteweyî ji bo rawestandina van kolandinan û neçarkirina Rejîma Siyonîst bi berçavgirtina rewşa heyî li vî şûnwarê îslamî û rêzgirtina li desthilat û berpirsyariyên Rêveberiya Ewqafa Îslamî kir.

Beriya vêya Rêveberiya Ewqafa Îslamî aşkira kir ku kevirên stûnên Mizgefta qedîmî ya Eqsayê li derdora Mizgefta Eqsayê di halê ketinê da ne.

Hevdem çavkaniyên filistînî ragihand ku Kamil Elawne xortê filistînî kudi pevçûnên vê dawiyê yên bajaroka Cebexê li başûrê Cenînê ji zik û destê rastê va ketibû ber guleya leşkerên israîlî, roja Yekşemê ji ber giranbûna birînan şehîd bû.

 

Serepeyv