Hezîran 29, 2022 16:29 Asia/Tehran
  • Hêzên leşkerî yên Amerîka û Inglîzê derbasî bendera Neştûna Yemenê bûn

Parêzgarê El-Mehreya Yemenê ragihand ku komeke fêrkarên leşkerî yên amerîkî û inglîzî derbasî bendereke başûrê rojhilatê vî welatî li nêzikî Omanê bûne.

Li gorî rapora ajansa Sebayê, Qe'tebî Elî Husên Ferecî parêzgarê Mehreya Yemenê roja Çarşemê ragihand: Welatên dagirker hewil didin Mehreyê derbasî pevçûnê bikin û wê tûşî gendeliyê bînin, ji ber ku gelê vê parêzgehê hebûna leşkerî ya biyaniyan tehemil nake.

Ferecî got: Zêdebûna hêrsa gel li dijî hebûna biyaniyan li Mehreyê nîşaneya nêzikbûna şerê azadkirina vê parêzgehê ji destê dagirker û kirêgirtiyên wan e.

Wî bi gotina vêya ku barên mezin ên çekan û fêrkarên leşkerî yên inglîzî û amerîkî derbasî bendera Neştûnê bûne, got: Welatên dagirker derbasbûna madeyên hişber bo vê parêzgehê ji bo pêkanîna tevliheviyê û belavkirina bala gel ji rûbirûbûna di gel dagirkeran û pîlanên wan ên gumanbar hêsan dikin.

 

Serepeyv