Mijdar 12, 2025 19:02 Asia/Tehran

Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (Hemas) pesendkirina berayî ya pêşnumeqanûna parlimana Rejîma Sîyonîst ku rê dide kabîne bêyî biryara dadwerîyê, medyayên bîyanî daxe, hewleke aşkira ya Tel Avîvê ji bo girtina pêşîya belavbûna rastîya cinaeytên wê li cîhanê zanî.

Parlimana Rejîma Sîyonîst di civîna şeva buhurî da, di hilkolandina berayî da, bi 50 dengên erê himber 41 dengên na, pêşnumeya qanûneke nû qebûl kir ku rê dide kabîna vê rejîmê ku bêyî biryara adgehê, her medyaya bîyanî ku qaşo ser zîyana ewlehîya Rejîma Sîyonîst were zanîn, pêşîya karê wê bigire û daxe. 

Izzet Reşeq Serokê Polîtbîroya Hemasê di daxûyanîyeke çapemenîyê da pêgirî kir ku pesendkirina vê qanûnê gefeke rasterast himber azadîya çapemenîyê û domandina sîyaseta tepeserkirina dengên azad e. Wî herwiha got ku armanca sereke ya vê qanûnê, girtina pêşîya gîhandina rastîya cinayet û destdirêjîyên rejîma dagirker ên himber gelê Filistînê bo raya giştî ya cîhanê ye. Reşeq got: Tişta ku Rejîma Sîyonîst ewê ``ser zîyana ewlehîyê`` bi nav dike, di rastîyê da cinayetên fenanî kuştin, awarekirin, çêkirina bajarokan ji bo sîyonîstan, bicihkirina cihûyan, kavilkirina malan u êriş û rencên gelê Filistîna dagirbûyî da aşkira dike û wek belge u dekomant tomar dike. 

Wî herwiha got ku rêgirtina ber karê medyayên bîyanî li meydanê ``hewleke enqest ji bo veşartina van binpêkarîyên bêreje u giran e ku divê werin şermezarkirin u li dadgehên navdewletî bên şopandin. Wî ji dewletan u rêxistinnê mafên merivan xwest ku ji bo zorê bisepînin ku Rejîma Sîyonîst vê qanûnê ibtal bike. Dr. Se`îd Mu`ela çavdêrê medyayê jî hişyarî da ku ev qanûna beşeke demajoya dusalî ya Rejîma Sîyonîst di vê dawîyê da ji bo tepeserkirin, kontrolkirin û sepandina rewşa leşkerî ser atmosfera medayê ye. Wî got: Rejîma Sîyonîst bi qanûnê wiha hewil dide pêşîya belavkirina rastîyê ya ji hêla medyayên ereb u navdewletî va bigire. Êrişên vê dawîyê ser nûçegîhanan û zevtkirina alavên karê wan mînakeke vê sîyasetê ye. 

Serepeyv