Mijdar 12, 2025 19:23 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Iraqçî û Lavrov ser pêşxistina peywendîyên Îran u Ûrsêtê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi hevtûşê xwe yê ûris re derbara meseleyên dualî, pêşxistina peywendîyên Têhran u Moskowê, meseleyên herêmî û alugurên li Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê da rawêjkarî kir.

Di gotûbêja telefonî ya Iraqçî û Lavrov da, her du alîyan pêgirî ser pêwîstîya pêşxistina peywendîyên her du welatan û babetên bi dilê Îran u Ûrsêtê kirin. Seyîd Ebbas Iraqçî û Sergey Lavrov gotûbêja her du welatên dost ango Îran u Ûrsêtê ser xêra garantîkirina istiqrar u ewlehîya navçeyê zanîn. 

Iraqçî û Lavrov herwiha basa alugurên rojavaya Asyayê di serî da demajoya agirbesa li Xezzeyê u hilkolandina vê mijarê ji hêla Konseya Emnî ya NY va kirin. Iraqçî u Lavrov derbara alugurên li Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê da jî rawêjkarî kirin. 

Wezîrên Karên Derve yên Îran u Ûrsêtê herwiha pêgirî ser sozdarîya dualî derheq bicihanîna bêmerc a Peymana Şirîkatîya Istiratejîk a Tam di navbera Îran u Ûrsêtê da ku ji 2yê Cotmehê va ketîye warê bicihanînê, kirin. 

Serepeyv