Hezîran 27, 2022 16:54 Asia/Tehran
  • Hamas li dijî tomarkirina taxa kêleka Mizgefta Eqsayê li ser navê siyonîstan derket

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) kiryara Rejîma Siyonîst a destpêkirina tomarkirina taxa kêleka Mizgefta Eqsayê bi navê siyonîstan wek hewildanek ji bo berovajîkirina rastiyan da zanîn.

Ebduletîf Qanû', Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) îro wek berteka li hemberî kiryara Rejîma Siyonîst ji bo tomarkirina erdên derdora Mizgefta Eqsay bi navê cihûyan bi armanca cihûkirina Qudsê, got: Tomarkirina van erdan bi navê Cihûyên Dagirker bi armanca berovajînîşandana rastiyan û berfirehkirina serdestiya li ser Qudsê pêk tê.

Berdevkê Hamas'ê tekez kir: Metirsiya rasteqîn li dijî Mizgefta Eqsayê heye û hewildanên ji bo parçekirina demî û mekanî li vê şûnwarê pîroz bi rêya dewama kolandinan û êrîşên berdewam ên bajaroknişînên siyonîst roj bi roj zêdetir dibin.

Wî got: Şerê me dijî Rejîma Siyonîst bêsînor e.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) her wiha ragihand: Rejîma Siyonîst tu serweriyek li ser Qudsê tuneye û em ê heta wê demê ku azadiya Qudsê muheqeq bikin, berevaniya wê bikin.

 

Serepeyv