Hezîran 21, 2022 09:38 Asia/Tehran
  • Kabîneya koalîsyonê ya hikûmeta siyonîst hilweşiya

Serokwezîrê rejîma Îsraîlê û wezîrê karên derve li hev kirin ku Knesset (parleman) were hilweşandin û li Filistîna dagirkirî(Îsraîl) hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Hevalbendiya desthilatdar li kabîneya hikûmeta Rejîma Siyonîst vê dawiyê piştî vekişîna çend endamên Knessetê piraniya parlemanî ji dest da.

Li gor rapora rojnama siyonîst Haaretz, Naftali Bennett serokwezîr û Yair Lapid wezîrê karên derve yê Rejîma Siyonîst şeva duşemiyê li daxûyaniyek hevpar ragihandin ku Neftali Bennett û Yair Lapid piştî ku hemî rê ji bo aramkirina koalîsyonê hatin ceribandin, gihîştine encamê ku wê hefteya bê ji bo hilweşandina Knesset planekê pêşkêş bikirin. Piştî ku plana were pejirandin, dê plana serokwezîrtiya dorveger bikeve meriyetê.

Televîzyona rejîma Îsraîlê jî ragihand ku Bennett û Lapid li hev kirine ku Knesset hilweşînin û Lapid wek serokwezîr destnîşan bikin.

Li Filistîna dagirkirî di nava sê sal û nîvan de ev hilbijartina pêncemîn e. Hilbijartinên nû dê di 25ê Cotmehê de bên kirin.

Çavkaniyên nêzîkî Neftali Bennett ji Jerusalem Post re gotine ku Lapid û Bennett armanc dikin ku hilbijartinan li gor şert û mercên xwe li dar bixin da ku şert û mercên ku ji aliyê rêberê opozisyonê Benyamin Netanyahu ve hatine danîn, pêk neynin.

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benyamin Netanyahu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku kabîneya Naftali Bennett di mijarên ewlehî, siyasî û aborî de têk çûye û dixwaze "kabîneya koalîsyona berfireh" ava bike.

Naftali Bennett şeva Duşemê di konfêranseke rojnamevanî de got: "Di van çend hefteyên borî de, me her tiştê ku ji destê me hat ji bo rizgarkirina kabîneyê kir. Gelek axaftin hatin kirin û em gihîştin wê qenaetê ku ger di nava 10 rojan de Knesset neyê fesixkirin, ewlehiya Îsraîlê dê zirareke mezin bibîne.."

Serepeyv