Hezîran 20, 2022 16:32 Asia/Tehran
  • Tetbîqata leşkerî ya mezin a Cîhada Îslamî li Zîvala Xezeyê

Tetbîqata leşkerî ya Ezm ul-Sadiqînê bi beşdariya çend rêxistinên leşkerî yên girêdayî bi Seraya El-Qudsê, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja Duşemê li Xezeyê dest pê kir.

Ebû hemze berdevkê Seraya El-Qudsê got: Di vê Tetbîqata leşkerî da operasiyonên cûr bi cûr dê werin şibîhkirin.

Ebû Hemze bi gotina vêya ku dê gelek rêxistin ji wan yekîneyên mûşekî û topxane beşdarî vê Tetbîqata leşkerî bibin, got: Ev kar ji bo xurtkirina amadetiya şêrr a têkoşerên Filistînê û tekeziyek "Ji aliyê me va li ser dewama rêya dirêj heta azadkirin û vegeriyanê (awareyan) e".

Berdevkê Seraya El-Qudsê tekez kir: Ev Tetbîqata leşkerî bi beşdariya rêxistinên cûr bi cûr ên leşkerî ku mînaka wê ya berbiçav yekîneya mûşekî û topxaneyê ye, dê were lidarxistin.

Endamê payebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) jî tekez kir, destdirêjiyên li ser Mizgefta Eqsayê bi wateya derbaskirina hêlên sor ên misilmanan e û Berxwedan bersiv dide van kiryarên dijminane.

Muhemed Hemade endamê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) di axaftinekê da got: Helwêsta Berxwedana Îslamî li hemberî destdirêjiyên siyonîstan li ser Mizgefta Eqsayê û Qudsê zelal e. Quds hêla sor a Berxwedan û filsitîniyan e.

Li gorî nûçeyeke din, bajaroknişînên siyonîst bo çendemîn roja lipeyhev destdirêjiya li ser Mizgefta Eqsayê kir.

Bi dehan bajaroknişînên siyonîst vê sibê bi piştevaniya leşkerên Rejîma Siyonîst êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kir.

Çavkaniyên filistînî vê sibê jî qala êrîşa bajaroknişînên siyonîstan li ser filistîniyan li nêzikî Mizgefta Eqsayê kir.,

 

 

Serepeyv