Li navenda Filistina dagirkirî 2 otobus şewitîn
Hezîran 19, 2022 19:46 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî yên rejîma Îsraîlê şeva şemiyê ragihandin ku li yek ji bajarên navenda Filistîna dagirbûyî li rawestgeheke otobusan 2 otobus şewitîn.
Li gor nûçeya rojnameya Jerusalem Postê, li rawestgeheke ser vekirî ya li kolana Gilda Mayer li bajarê Rişon Latzion li navenda Filistînê 2 otobus û li Îstasyona Rojhilatê ya Tel Avîvê jî çend otobus şewitîn. Medyaya siyonîst îdia kir ku di encama vê bûyera gumanbar de tu ziyaneke canî negihiştiye siyonîstan.
Li gorî agahiyan, agirkujên stasiyona Rishon Letzion agir vemirînin.
Rojnama Jerusalem Post ragihand ku heftiya borî 18 otobûs li rawestgeha navendî ya bajarê Sefed li bakurê Filistîna dagirkirî û çend otobûsên din jî li rawestgeha Tel Avîvê ya rojhilat di bin rewşên gumanbar de şewitîn.