Ji ber teqîna mînê li Edena Yemenê 7 kes hatin kuştin û birîndar bûn
Hezîran 17, 2022 09:18 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku ji ber teqîna mînê li parêzgeha Edenê ya başûrê Yemenê, sê kes hatin kuştin û çar kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Russia Today a Erebî, Erebeya bombebarkirî ya Sabir Heyderî nûçegihanê xwecihî yê televîziyona Çînê li bajarê Mensûreyê yê parêzgeha Edenê teqiya û di encamê da ew û du hevrêyên wî hatin kuştin û çar kes jî birîndar bûn.