Hezîran 11, 2022 10:37 Asia/Tehran
  • Bessam Yasîn: Hebûna keştiya Israîlî li devera nakok desdirêjiya ser Lubnanê ye

Serokê heyeta muzakere ya leşkerî-teknîkî ya Lubnanê li muzakireyên xêzkirina sînorên deryayî yên bi Rejîma Siyonîst re li hevpeyvîna tev tora nûçeyan a Al-Alamê ragihand: Hebûna keştiyeke Israîlî li navçeyên cihê nakokiyê ji sedî sed êrîşkariyek e û ji dema derketina wê ji Sîngapurê heta ku gihîşte avên Filistînê me çavdêriya wê kiriye.

Bi amadebûna gemiya Yewnanistanê ya di bin kontrola rejîma dagîrkerê Qudsê de ji bo kolandinê û derxistina gazê li kêlgeha gazê ya “Kariş”, dosya nakokiyên sînorî di navbera Lubnan û navçeyên dagîrbûyî de careke din ket rojevê.

Qada petrolê ya Karîş bi 1430 kîlometre çargoşe li herêma 29. sînorê di navbera Lubnan û herêmên dagirkirî de cih digire. Libnanê tekez kir ku beşek mezin ji vê qada petrolê di nav sînorên vî welatî de ye.

Lubnanê di nameyeka dawî de ji Neteweyên Yekbûyî re li ser danûstandinên xêzkirina sînor bi Îsraîlê re, daxwaz kir ku li şûna xeta 23 (360 kîlometre çargoşe) xeta 29 were destnîşan kirin, bi vî rengî qada di navbera her du aliyan de dibe 1430 kîlometre çargoşe. Di vê barê de Bessam Yasîn Serokê desteya danûstandinan a teknîkî-lleşkerî ya Lubnanê ji Al-Alamê re got: Hebûna gemiya Israîlî li navça nakok ji sedî sed binpêkirin e û ji dema derketina wê ji Sîngapurê ve em çavdêriya hatina wê bo nav avên Felestînê dikin.

Bassam Yasîn got: "Hebûna vê gemiyê li devera kêşebar, li gor nama ku hikûmeta Lubnanê ji Netewên Yekbûyî re şandiye, binpêkirinaqanûnê ye û berovajî naveroka nameyê ye, lewra ev kiryar wek êrîşa ser Lubnanê tê dîtin.”

Yasîn herwiha got: "Li gorî lêkolînên artêşa Lubnanê Xeta 29 û Meydana Karîş qadeke hevpar û nakokbar e, lê ji bo hevpar bibe divê hikûmeta Lubnanê ser diyarkirina sînor û niqaşkirina qadê bi Neteweyên Yekbûyî re biaxive, lê Îsraîl platformê li derve xeta 29 dibîne û ji aliyê din ve Amerîka derxistina petrolê ji Lubnanê re asteng dike, Ji ber ku Amerîkayê asteng dike, ti pargîdanî pêşniyar nake ku di vî warî de tevbigere, Armanc ew e ku zextê li Lubnanê bikin daku di vê pêvajoyê de tişta ku “Îsraîl” dixwaze, werbigire û piştre pirsgirêk çareser bibe." 

Yasîn herwiha got: "Weke nûnerê Lubnanê me dizanibû ku ev welat mafê xwe di Neteweyên Yekbûyî de dixwaze, lê divê berdêla wê avantajan bide, belkî jî bihayê wê normalîzekirina pêwendiyan bibe, lê min li wir bi tundî tekez kir ku tiştekî wiha ne mumkin e û Lubnan tu carî tiştekî wiha qebûl nake.

Serepeyv